Modêla Rêveberiya Xweser bala her kesî dikşîne.
Gelê Sûriyê jî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser bibe bingeh ji bo avakirina Sûriya nû.
Çavdêrên Sûriyeyî jî dibêjin, di vê demê de ku Sûriyeyî li modeleke alternatîf digerin ji bo Sûriya nû, Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeya siberojê nimûneyeke girîng e.
Ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek modeleke siyasî û îdarî derdikeve pêş.
Çavdêrên Sûriyeyî dibêjin ku modela Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sepandin, bi yekkirina aramiya civakî û îdarî encamên berbiçav li ser erdê bi dest xist.
Lewma ev ezmûn ji bo siberoja Sûriyê vebijarkek girîn e.
”Rêveberiya Xweser bê cudahî garantorê rastî ê mafê gelê Sûriyê ye”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê Azad Berazî diyar kir ku Rêveberiya Xweser weke bersiveke pratîkî ya rewşa pirrengî û piralî ku di serdema berê hatibû paşguhkirin, hat avakirin û got:
Rêveberiya Xweser cih ji bo her civakekê peyda kiriye ku di biryardanê de beşdar bibe.
Berazî da zanîn ku piştî rûxandina rêjîma Baas, ezmûna Rêveberiya Xweser nîşan da ku ew bê cudahî garantorê rastîn ê mafên hemû gelê Sûriyê ye.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Isir jî dibêje:
Rêveberiya Xweser pêkanîna rêgeza nenavendî bi pratîkî pêk aniye.
Her wiha xizmetguzarî û şert û mercên jiyanê yên aram ji xelkê re peyda kirine.
Lewma ev ezmûn dibe modelek ku li seranserê Sûriyê bibe nimûne.
”Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriya nû nimûneyeke girîng e”
Endamê Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Reqayê Xalid Berkel jî bal kişand ser aliyên civakî û beşdaribûnê di sistema Rêveberiya Xweser de û wiha anî ziman:
Çanda beşdarbûnê kevirê bingehîn ê sîstema Rêveberiya Xweser e.
Rola bingehîn a civakê di avakirina saziyên Rêveberiya Xweser de bi rêya komîn û meclîsên gel diyar bû, ku hemû komên civakî beşdarî gotûbêjên peymana civakî bûn.
Barkal diyar kir ku divê modela Rêveberiya Xweser ne tenê weke çareseriyeke herêmî bê dîtin, lê belê weke modeleke niştimanî ku li tevahiya erdnîgariya Sûriyê were pêkanîn.



