Li Vîetnamê ji ber rizgarkirina 50 saliya bajarê Saygonê ku navê xwe yê niha Ho Chi Mînh e, merasimeke leşkerî ya bi heybet pêk hat.
Di dema merasimê de balafirên şer û helîkopterên ku al li ser wan bûn firîyan, bi wêneyên Ho Chi Minh tank hatin derbaskirin.
Bi hezaran welatiyên Vîetnamê jî li merasimê temaşekirin.
Di merasima îsal de leşkerên Çînê jî cih girtin.
Bajarê Saygonê bajarê herî mezin yê Vîetnamê ye. Ev bajar heta sala 1975’an paytexta Başûrê Vîetnamê bû ku di bin kontrola Amerîkayê de bû.
Lê piştî ku 30’ê Nîsana 1979’an hat rizgarkirin navê serokê şoreşa Vîetnamê Ho Chî Minh lê hate kirin.
Ev roj bi pêşengiya partiya komunîst her sal weke roja yekbûnê tê pîrozkirin.



