Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê PKK’ê jî yekser 1’ê Adarê agirbest ragihand.
HPG’ê ragihand ji dema ragihandina agirbestê û vir ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker qet nesekinîn û PDK’ê jî bi ambargo, birîna rê, dorpêçkirin û îstîxbaratê piştgiriyê dide.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla ku di rewşa agirbestê de ne daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya stratejîk destpê kir û wiha hate gotin,
“Tevgera me ji bo pêşî li vê pêvajoyê veke û pêwîstiyên wê bi cih bîne ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve agirbest ragihand.
Di ser re du meh derbas bûne, lê belê êrişên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên me qet nesekinîn.
Li tevahiya Kurdistanê operasyon hatin kirin û êrişên esmanî û bejahî yên li ser qadên me yên li Başûrê Kurdistanê dewam kirin.”
HPG’ê eşkere kir ku di nava artêş û dewleta Tirk de derdoreke rantxurê şer heye ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bibe.
HPG: Hêzên PDK’ê bi dorpêç, birîna rê û îstixbaratê piştgiriyê didin êrişan
Her wiha hate gotin hêzên bi ser PDK’ê jî pozîsyona agirbestê ya gerîla ji xwe re weke firsendê dibînin, hewl didin gav bi gav dorpêç bikin, bi ambargo, birîna rê û dayîna îstixbaratê piştigiriyê didin plana îmhakirinê ya dewleta Tirk.
“Hêzên bi ser PDK’ê rêya navbera Zap û Garê birîn û hewl didin bi temamî bigirin û piştgiriyê didin plana îmhakirinê. Ev me dixe nava fikarên cidî.
HPG: 28-29’Ê NÎSANÊ BI ARMANCA HIŞYARIYÊ ME DESTWERDAN LI HÊZÊN PDK’Ê KIR
Girtina vê nuqteya stratejîk parçeyek ji plana îmha û dorpêçkirinê ye. Fermandariya me ya li vê qadê di 28 û 29’ê Nîsanê de bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir.”
HPG’ê di dawiyê de diyar kir di vê pêvajoya nazik de ew naxwazin bi kesî re şer bikin û bang li PDK’ê kir ku tevlî plana nexêr ya dewleta Tirk nebe.



