Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ku Amerîka serkêşiya wê dike got ku tevî gefên DAIŞ li dij hevalbendên wan ên Sûrî ango QSD’ê, lê ew li hemberî DAIŞ’ê amade ne.
Koalîsyonê got ku tevî hemû gefên berdewam ên şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê li dij hêzên wan û hevalbendên wan, lê ew amade ne ku dawî li DAIŞ’ê bînin.
Duh QSD’ê ragihandibû ku li Dêra Zorê DAIŞ’ê êrişî wan kiriye û 5 şervanên wan şehîd bûne.
Lewra tevdîrên xwe yên ewlekariyê zêde kirine da ku rewşê kontrol bikin.
Berî niha Nûnera Amerîkayê di Meclisa Ewlekariyê de gotibû ku ew di şerê li dij DAIŞ’ê de bi QSD’ê re koordîneyê dikin û Fermandariya wan a navendî amade ye bersivê bide her êrişeke terorane
https://x.com/SOJTF_LEVANT/status/1917542372856246378



