Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya 1`ê gunanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da .
Rêveberiyê bang kir ku Roja Karkeran a Cîhanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev roj di dîroka têkoşîna çîna karker a li dijî mêtingeriyê de xwedî ciheke girîng e.
Her wekî diyar kir ku di vê qonaxa mezin di dîroka Sûriyê de karker bingeha avakirina Sûriya pêşerojê ne û got:
“Xwesteka hemû gelê Sûriyê ku têde edalet, wekhevî hebe û redkirina her cûreyê desthilatdariyê armanca sereke ye. ”
Rêveberiyê bang kir ku ev roja dîrokî ya Karkerên Cîhanê bibe roja pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyînê .
Her wiha Rêveberiyê hêvî kir ku aştî, edalet û aramî belav bibe heta ku bighêjin Sûriyeke demokratîk nenavendî .



