Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî got ku konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo kurdên Sûriyê gaveke dîrokî bû.
Kurdan bi rêya konferansê nêrîn û projeya xwe ji bo pêşeroja Sûriyê bi zelalî bi raya giştî parve kir.
Partiyên kurdî deyndarê şehîdên azadiyê ne.
26′ Nîsanê li bajarê Qamişloyê kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin navê “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” helwest û nêrîna xwe ji bo Sûriya nû bi raya giştî re parve kirin.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Mihyedîn Şêx Alî derbarê girîngiya konferansa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Mihyedîn Şêx Alî: Gelê Kurd li Sûriyê li benda vê konferansa yekîtiyê bû
Şêx Alî konferans bi dîrokî bi nav kir û got:
“Konferans sembol û gaveke erênî bû û cara yekê ye di dîroka Sûriye û gelê Kurd de konferanseke wiha berfireh tê lidarxistin.
Gelê Kurd bi giştî ev konferans pêşwaz kir.”
Mihyedîn Şêx Alî: Kurdan bi rêya konferansa bi zelalî daxwazên xwe anîn ziman
Şêx Alî diyar kir ku kurdan bi rêya vê konferansê gihîştin yekformê û yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya Kurdî û wiha axaftina xwe dewam kir:
Ev lihevkirin wê bikeve xizmetî yekitiya gelê Sûriyê, ji ber ku Sûriye Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din e, Sûriye îslam, xiristiyan û êzidî ye, Sûriye ya tevan e.
Ji lew re ev lihevkirin pêwîstiyeke dîrokî ya girîng bû.
Lihevkirin, ji bo avakirina Sûriya nû, bêyî şovenîzm û kîndariya dijî gelê Kurd û pêkhateyên dîtir hat kirin. Em Sûriyeyeke nû dixwazin.”
Her wiha Şêx Alî di nava axaftina xwe de spasiya her kesê piştgirî kiriye û beşdarî konferansê bûye, wek partiyên siyasî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Mihyedîn Şêx Alî: Partiyên siyasî yên Kurdî deyndarê şehîdên azadiyê ne
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Mihyedîn Şêx Alî dawiya axaftina xwe de bang li tevgera siyasî ya Kurdî kir ku rola xwe ji berê zêdetir bilîzin û xwedî li erkê xwe yê li hemberî parastina berjewendiyên gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî di destûra Sûriyeya pêşerojê de, derkevin û wiha bi dawî kir:
“Partiyên siyasî yên Kurdî deyndarên gelê xwe, şehîdên xwe, şehîdên QSD’ê û şehîdên azadiyê ne.
“Eger Kurd baş bin, wê demê Sûriye jî baş e. Eger Sûriye jî baş be wê demê Kurd jî baş bin.”



