1’ê Gulanê bi roja pîrozbahiya Cejna Karkeran a Cîhanê tê naskirin.
Jixwe welat û civak bê çîna karkeran tu carê pêş nakeve.
Têkildarî mijarê serokê Sendîqeya Yekitiya Karkeran a Reqayê, Hemod Hesen Hemod li ser girîngiya başkirina jîngeha kar, pêşxistina jêhatîyên pîşeyî yên karkeran û têkoşîna li dijî bêkariyê axivî.
Hemod Hesen Hemod ragihand ku zêdetirî 500-600 karker bê kar in û hewil tên kirin ku ji bo wan kar were dîtin.
Hemod bang li aliyên berpirsyar kir ku derfetên kar ji wan re were peyda kirin û mafê karkeran biparêzin.
Hemod diyar kir ku Sendîqeya Yekitiya Karkeran amade ye peymanên projeyên mezin bi rê ve bibe ji bo alîkariya karkeran.
Her wiha karkerê bi navê Emar El Elî spasiya keda sendîqeyê li ser bilindkirina mûçeyên wan û xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin, kir.
Emar El Elî hêviyên xwe bi kêmkirina saetên kar di havînî de were kêmkirin ku barên karkeran sivik bibin.
Di dawiyê de karkerê bi nabê Ayşe El Hemed jî hêvî kir ku rewşa wan di pêşerojê de baştir bibe û jiyaneke aramtir ji bo wan were misoger kirin.



