Jinên cotkar ên li gundewarên Reqa di hemû qonaxên karê çandiniyê de kedeke mezin didin.
Li ser rêya di navbera Reqa û herêma Kasratê de, bi taybetî li gundê Kasrat Şêx Cuma, gelek jin di zeviyên çandiniyê de dixebitin.
Komek jin di zeviyeke 20 donimî de sebzeyên havînê yên wek bîber, bacanên reş, xirtik û bacanan diçînin.
Jinên herêmê di hemû qonaxên çandiniyê de erkên girîng pêk tînin.
Ji amadekirina erdê bigire heta çandin, çandina tov û şitlan, berhevkirin û amadekirina berheman ji bo firotanê.



