Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS`ê Feysel Yûsif derbarê gavên piştî lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî û got:
Em ê ji bo avakirina komîteyeke biçe Şamê bicivin.
Feysel Yûsif destnîşan kir ku hîna komîteya ku dê biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, nehatiye avakirin û wiha bi lêv kir:
Me hîna dîroka civîna piştî konferansê, ya ji bo zêdekirina têbîniyên ku di konferansê de hatin gotin, diyar nekiriye û wê di demeke pêş de bê lidarxistin.
Feysel Yûsif diyar kir ku wan komîteya ku biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, hîna ava nekiriye û got:
Nêrîn û pêşinyar hene, lê hîna biryara dawî ya ji bo van nêrîn û pêşniyaran nehatiye dayîn.



