Duh Şêniyên wargeha Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan û meşeke girseyî li dar xist.
Piştî meşê şandeyek ji Iraqê hat wargehê û hevdîtin pêk anî.
Ji 10’ê Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê kontrolkirin, nahêle kelûpelên avahîsaziyan bikevin wargehê.
Her wiha ev zêdeyî du salan e nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin û çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin.
Bi vê armancê duh şêniyên wargeha Mexmûrê, li dijî zext û ambargoya li ser wargehê, daketin qadan û meşek girseyî lidarxistin.
Di meşê de daxwaz hat kirin ku hikûmeta Îraqê tevî saziyên xwe yên eleqeder pirsgirêkên heyî çareser bike û astengiyên hatine danîn werin rakirin.
Piştî meşê rêveberiya wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinek kurt kiribûn û rayedarên Iraqê soz dan ku şandeyek were wargehê li ser van mijarên heyî hevdîtinekê pêkbînin.
Li ser vê yekê şande hat wargehê û hevdîtin pêk anî.
Şande di nav wargehê de geriya, serdana nexweşxane, dibistan û şaredariyê kir.
Bi riya hevdîtinê daxwazên gel ji Bexdayê re bi nivîskî hatin şandin û Şande diyar kir ku wê di demek kin de bersiv bidin.



