HPG’ê nasnameya gerîlayeke ku li Garê şehîd bû eşker kir.
HPG’ê destpêkê sersaxî ji malbata şehîd Hêvîdar re xwest û wiha anî ziman:
”Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû.
Em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayeke şehîd eşker kir.
HPG’ê anî ziman ku milîtana hêja ya Têkoşîna Azadiyê ya Jinê hevrêya wan Hêvîdar 12’ê Tebaxa 2024’an li herêma Garê şehîd bû.
HPG’ê di serî de malbata hêja ya şehîd Hêvîdar sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:
Hevrêya me Hêvîdar weke ferda malbateke bi eslê xwe ji Sêrtê li navçeya Farqîn a Amedê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû.
Şehîd Hêvîdar ku sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû, demeke kurt li qada Bakur ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
HPG’ê da zanîn ku gerîla Hêvîdar milîtana fedaî ya xeta jin a azad û Apoyî ya dilsozê nirxên azadiyê bandoreke xurt li dîroka me ya têkoşînê kir ku şopa wê ti carî jê naçe.
Weke ferda malbateke Koçer a ku cewhera xwe parastî li nava refên têkoşînê bi rewşa xwe ya xwezayî, sade û têgihiştina xwe ya kûr di her karî de barê hevrêyên xwe sivik kir û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Şehadeta hevrêya me bandoreke giran li me kir ku milîtaneke YJA Starê ya serketî û xwedî têkoşîneke destanî bû.
Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya gerîlaya şehîd wiha ye:

Nasnav: Hêvîdar Berxwedan Koçer
Nav paşnav: Hasîne Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayi: Husra
Navê bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tebaxa 2024 / Garê



