Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo tevlîbûna çalakiyên di 3’yê Gulanê de yê bi navê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ daxuyaniyek da.
KJAR’ê anî ziman ku jiyana demokratîk û azad bi azadiya Rêber Apo re misoger dibe û bang li hemû jinên azadîxwaz, kesayetiyên têkoşer kir ku beşdarî çalakiyan bibin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê çalakiyên ku di 3’yê Gulanê de li seranserî cîhan û Kurdistanê werin lidarxistin, daxuyaniyek belav kir.
KJAR’ê anî ziman ku wê bi dirûşmeya ‘Xurtkirina diyaloga bi Rêber Apo re’ çalakî pêk werin.
KJAR: Rojane li Kurdistanê têkoşîna bi pêşengtiya jinan de bi hêztir dibe
Di daxuyaniyê de KJAR’ê da zanîn ku ew rojên germ ê têkoşîna azadiyê derbaz dikin ku êrişên pergala mêr a serdest li herderekî vê erdnîgariyê, herku diçe zêde dibe û got:
Di welatek weke Kurdistan ku dagîrkerî bi salane li ser tê meşandin, ev êriş hîn dijwartir tê meşandin.
Ji ber ku ev welat, xwedî dîrok, çand û civakek ku heya roja îro gelek nirx û deskeftî ji mirovahî re ava kiriye.
Lê gelek girîng ku rûxmî ewqas êrişên netewperestî, olperestî û zayendperestî, em dibînin ku rojane têkoşîna Kurdistanî di pêşengtiya jinan de bi hêztir dibe.
KJAR: Rêber Apo têkoşîna jiyanek azad, demokratîk û bi nirx da meşandin
KJAR’ê destnîşan kir ku yê rê li ber geşbuna têkoşîna jinan di asta netewî û navnetewî de vekir, fikir û felsefa Rêber Apo bû û wiha bi lêv kir:
Di nav vê 52 salên têkoşînê de, Rêber Apo berdewam têkoşîna jiyanek azad, demokratîk û bi nirx da meşandin.
Ev yek ne tenê ji bo civak û jinên Kurd, lê belê di hemû cîhanê de, bu çavkaniya moral û hêviyê.
Ev têkoşîna azadîxwazane di jinan de hîn pirrengtire, ji ber ku bi fikir û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jin karî xwe û civaka xwe jî azad bike.
KJAR: Ji bo piştgiriya banga Rêber Apo divê her kes beşdarî çalakiyên 3’yê Gulanê bibin
KJAR’ê got, Kampaniya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ yek ji wan çalakiyan bû ku rojevên gelek girîng çêkir û hîn ji bi awayekî xûrt didome.
Pîrozbahiya 8’ê Adar, Newroz û her wiha pêşwaziya li nameya Rêber Apo nîşan da ku jinan ji herdemî zêdetir pêwîstiya xwe bi avakirina jiyana azad û demokratîk dibînin û ev yek jî bi hevgirtinê wê çêbibe.
Têkoşîna jinan di Kurdistanê de, nîşan da, bi xwendin, nasîn û fêmkirina Rêber Apo, wê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bi encam bibe.
Di dawiyê de KJAR’ê anî ziman ku di 3’ê Gulanê de bi navê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ kar û çalakî werine meşandin, jinên Kurd bi pêşengtî û pêkanîna çalakiyên cur bi cur, fikir û felsefa jiyana azad bi herkesî bidin nasîn.
Li ser vê bingehê, wek KJAR jî, em bang li hemu jinên azadîxwaz, kesayetiyên têkoşer dikin ku beşdarî çalakiyên vê rojê bibin.



