Tevî danûstandinan û hewldanên agirbestê jî şerê li Xezayê didome.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû dibêje, tunekirina Hamasê ji rizgarkirina dîlgirtiyan girîngtir e.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir berdana leşkerên Îsraîlî yên ku Hamasê ew dîl girtine armanceke wan ya girîng e û da zanîn lê armancên ji vê mezintir jî hene.
Netanyahû dibêje armanca wan ya sereke têkbirina Hamasê ye û ev yek ji rizgarkirina kesên dîl girtî girîngtir e.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê bîryara hilweşandina zêdeyî sed xaniyên li kampên penaberan ya li Şerîa Rojava da.
Artêşê duh ragihand ew ê li kampên Tulkerîm û Nûr Şems zêdeyî sed xaniyan hilweşînin û nexşeya wan jî parve kir..



