Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad îro serdana bajarê Kobanê kir.
Zeyîneb Murad kêfxweşiya xwe ji serdana Rojavayê Kurdisatanê û bi teybet Kobanê kir û got cihê şehnaziyê ye ku li vir dîrok hat nivîsandin.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji aliyê endamê saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Kobanê hat pêşwaz kirin.
Paşê ji bo bîranîna giyanên şehîdan berê xwe dan goristan şehîd Dijle.
Her wiha serdana mala Rêber Apo li gundê Elîpelûrê kir û peyameke xwe li wir nivîsî.
Di nivîsa bîranîna xwe de silavên xwe ji Rêber Apo re şand û got ku ew soz didin ku wê têkoşîna te ya ji bo azadî û yekîtiyê di dilê herkesî de biçînin.



