TEV-DEM’ê û Jinên li Helebê bi daxuyaniyan êrişên li hember Durziyan şermezar kirin û destnîşan kir “Diyar e zîhniyeta Îxwan Muslimîn bi piştgiriya Osmaniya Nûjen li Şamê bi cih bûye.”
Tevgera Civaka Demokratîk got ku hilweşîna rejîma Esed bû hêviya avakirina Sûriyeke nû, demokratîk, nenavendî û bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên Sûriyê.
Lê diyar e zîhniyeta îslama sunnî ya Îxwan El Muslimîn bi piştgiriya Osmaniya Nûjen li Şamê bi cih bûye.
Tevgerê diyar kir ku bi navê şerê bi bermahiyên rejîmê re, bi destê hikumeta Şamê zêdetirî 30 hezar kes ji pêkhateya Elewî bûn qurbanî.
Di milekî de komkujiyan dike û di milekî de jî hêsiran li ser qurbaniyan dibarîne, wekî ku ji derveyî siyaseta wî tevger hatiye meşandin.
TEV-DEM’ê Dawiyê de, bang li tevahiya pêkhateyan kir ku nebin qurbanî ji plan û siyasetên qirkirinê re û ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî têkoşîna xwe mezin bikin.
Li Helebê jinan bertek nîşanî sûcên li dijî Durziyan dan
Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî sûcên li dijî Durziyan şermezar kirin.
Jinan diyar kirin ku tundiya li dijî mezheban tehdîdeke rasterast li ser tevahiya gelê Sûriyeyê û aştiya navxweyî ye.



