DEM Partiyê roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz kir û got:Ev roj li Tirkiyê dûrî roja pîrozkirinê ye.
DEM Partiyê bi daxuyaniyekê roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî anî ziman.
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komisyona Çapemeniyê Tayîp Temel di vê rojê de bal kişand ser rewşa çapemeniyê li Tirkiyê û got:
“Rojnemevanên ku li Tirkiyê rastiyê tînin ziman û hewil didin ku bibin dengê gel, yan tên bêdengkirin yan jî tên sûcdarkirin.
Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku Tirkiye di warê zext û êrişên li ser rojnamevanan de îsal di nava 180 welatan de daketiye rêza 159’an.
Dem Partiyê di nava daxuyaniyê de bal kişand ser armanckirina dewleta tirk a rojnamevanan li Rojava û Başûrê Kurdistanê û got:
Di 5 salên dawî de 15 rojnamevan di êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser Herêma başûrê Kurdistanê û Rojava de hatine kuştin.
Ev rojnamevan ji ber ku sûcên şer û rastiyê belge dikirin, hatin hedefkirin.
Em weke DEM Partiyê rojnamevanên ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de erka xwe bi layiqî pêk tînin, silav dikin.
Em hemû şehîdên çapemeniya azad jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî sala 1993’an biryar da ku roja 3’ê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî were pîrozkirin.



