Serokê PDK’ê Masûd Barzanî û Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo Sirri Sureyya Onde peyamên sersaxiyê dan û gotin:
”Wî beşek mezin ji jiyana xwe ji bo xebatên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyê hêjayî rêz û hurmeteke mezin in.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî ji wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya (DEM Partî) Sirrî Sureyya Onder, peyamek da û sersaxî ji partîya xwe re xwest.
Peyama Mesûd Barzanî wiha ye:
Sirri Sureyya Onder, beşek mezin ji jiyana xwe ji bo hewldanên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyê rêz û rûmeteke mezin heq dikin.
Ez sersaxiyê ji malbat, xizim, heval, hevrê, rêveber û endamên DEM Partiyê û alîgirên Onderê rehmetî re dixwazim û êşa wan parve dikim.
Nêçîrvan Barzanî: Xemgîniya xwe bi malbat û hevalên Onder re parve dikim
Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xemgîniya xwe ji bo wefata Onder anî ziman û got:
Ez ji malbat, xizim, heval û civaka DEM Partiyê re sersaxiyên xwe yên kûr dixwazim û ez bi dil û can êşa wan parve dikim.
Hewldanên Onder ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kirin, helwesta wî ya samîmî û hewldanên wî yên ji bo biratî û jiyana aştiyane mînakên zelal yên aştîxwazî û nirxên wî yên mirovî bûn.



