Sûc û binpêkirinên li herêmên di bin desthilata Şamê de dewam dikin.
Li gundewarên Hema û Humisê di nav de 2 jin 7 kes hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku li gundê Eyn Bedriye yê Hemayê di êrişeke çekdarî de 3 cotkarên bi navên Emced Zoblo, Miseb Zoblo û Yûsif Elî hatin kuştin.
Her wiha li gundê Kefer Nan ê Humisê jî 2 jin di nav de, 2 cotkar dema di nava zeviyan de dixebitîn hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatin kuştin wiha ne, Nişmiya Îd (60) û hevserê wê Sefa Ebas, Nezmiya Siwêd (47) û Nimêr El Mustefa (45).



