Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê (ATK) ya li Taksîmê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tevlî merasîmê bû.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ber bi rêwîtiya dawî ve tê oxirkirin.
Ji bo Onder, di saetên zû yên serê sibehê de bi hezaran kes herikîn Navenda Çandê ya Ataturkê (ATK) ya li Taksîmê.
Di serî de hunermend û siyasetmedar, li eywana navendê û pêşiya wê kom bûn.
Cenazeyê Onder bi qurnefîlan hate xemilandin û ji hêla malbat û hezkiriyên ve birin ser sehneyê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de sînevîzyoneke li ser jiyana Onder hat pêşandan.
Keça wî Ceren Onder Kandemîr, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş di merasîmê axivîn.
Piştî merasîmê wê ji bo Onder li Mizgefta Levent Barbaros nimêj bê kirin û li Goristana Zîncîrlîkûyûyê bê oxrkirin.
DEM Partî wê ji roja Duşemê û pê ve li Navenda Xwepêşandanê ya Cemal Reşît Rey a li Stenbolê û li avahiyên xwe yên bajar û navçeyan ên bajarên din serdanên sersaxiyê qebûl bike.



