Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di hemû kêliyên berxwedana herêmê de li gel kêm derfetiyan ji bo her pêwîstiyên taxan bû bersiv.
Hevseroka Meclîsa Tendrustiyê ya Helebê Dr. Osman Şêx Îsa eşkere kir ku ji derveyî Rêveberiya Xweser tu destek dayîn ji tu derê nayê pêşkêşkirin.
Di nav şer û berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de her beşek ji civakê li her qadê li ber xwe dan.
Yek ji qadên vê berxwedanê jî qada tenduristiyê bû.
Di wan kêliyên şer de ji ber hemû binesazî hatibûn rûxandin ti nuqte ango cihek tune bû ku birîndar an jî nexweş lê werin dermankirin.
Dibistana bi navê Yasîn Yasîn, cihê ku zarokan hêviyên paşeroja xwe xeyal dikirin, bû cihek ku tê de rojane birîndar werin dermankirin û şehîd werin oxirkirin.
Ji destpêka şoreşa Rojava ve û dirêjahiya salên wê de ev dibistan her tim bi hejmara doktorên xwe yên kêm û hemşîreyên ku hejmara wan 2 an 3 kes bûn, bûn bersiv ji bo hemû êrîş û kiryarên ku li ser taxê dihatin kirin.
Yek ji doktorên ku bi keda xwe di wir de dîrok nivîsandiye doktor Xalid Fecir bû.
Xalid Fecir bi salan ji bo ku li kêleka gelê xwe bisekine xebat kiriye û zanebûna xwe kiribû xizmeta civakê.
Doktor Xalid Fecir di dema ku li ser erka xwe bû li ser destê çeteyên dewleta Tirk şehîd dibe.
Hevseroka Meclîsa Tendrustiyê ya Helebê Dr. Osman Şêx Îsa li ser berxwedana dîrokî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û destpêka avakirina Meclîsa Tendrustiyê li her du taxan axivî û got:
Dr. Şêx Îsa diyar kir ku êrîşên çeteyan û dorpêça rejîma Baasê li pêşiya xebatên tenduristiyê dibûn asteng.
Dr. Osman Şêx Îsa eşkere kir ku ji derveyî Rêveberiya Xweser tu destek dayîn ji tu derê nayê pêşkêşkirin.



