Bi dirûşma “Dîrokê fêm bike, sînoran derbas bike, Kurdistanê yek bike” Xwendekarên Kurd ên ji çar aliyên kurdistanê ên li Elmanyayê dixwînin, konferansek li dar xistin.
Di konferansê de sîwaneke nû ya ji bo xwendekarên zanîngehê ‘Civata Xwendekarên Kurd’ hat avakirin.
Konferans li salona Saalbau Gallus Hall a Frankfurtê bi tevlîbûna kesayetên ji çar aliyên Kurdistanê pêk hat.
Di Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd sînevîzyona li ser dîroka xwendekarên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hatibû amadekirin hate pêşandan.
Koma folklorê bi rengên gelêrî yên Kurd hunera xwe pêşkêş kir.
Sîwana Xwendekarên Zanîngehê ‘Civaka xwendekarên Kurd’ hat avakirin
Xwendekarên Kurd ên ku li zanîngehên Rojava, Bakur, Rojhilat û Rojava dixwînin jî bi rêya telekonferansê ve beşdarî konferansê bûn û ji bo civîna yekîtiya neteweyî banga seferberiyê li ciwanên Kurd kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî ji bo Konferansê peyamek şand û got ku yekîtiya neteweyî pir girîng e.
Piştî nîqaşan, rêxistina sîwane ya xwendekarên zanîngehê ya bi “Civata Xwendekarên Kurd” hate avakirin.
Her wiha hilbijartin hatin kirin û koordînasyonek ji pênc kesan hat diyarkirin.



