Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya 14’emîn diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin.
Festîval bi fîlma ‘destdayîna azadiyê’ û merasîma xelatdayînê re bi dawî bû.
Festîval diyarî Sirri Sureyya Onder ê ku bi têkoşîn, huner û berxwedana xwe ya ji bo aştiyê derket pêş, hat kirin.
Beriya merasîma bidawîbûna festîvalê, Onder bi deqeyek rêzgirtinê hat bîranîn.
Berpirsyarên festîvalê di axaftinên xwe de bal kişandin ser keda Onder a ji bo têkoşîna aştî û hunerê.
Dîrektorê Festîvalê Ferhan Stêrk got, “Sirri Sureyya sembola azadî û aştiyê ye.
Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê kir.
Li gel têkoşîna gelê Kurd sekinî û ji bo mafên wan têkoşîn meşand.
Em festîvala îsal LKFF’ê diyariyê sembola aştiyê hevrêyê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder dikin.”
Hunermendan jiyana Onder a ji bo aştî û hunerê silav kirin û destnîşan kirin ku ew ê vê têkoşînê bidomînin.



