Di Roja Trafîkê ya Cîhanê de, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayan aşkera kir.
Rêveberiyê diyar kir ku di encama qezayan de 82 kes mirine û 673 kes jî birîndar bûne.
Di kongreya Cinêvê ya sala 1969’an de, 4`ê Gulanê wekî Roja Trafîkê ya Cîhanê hat îlankirin.
Bi vê boneyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê ku li herêmê çêbûne aşkera kir.
Daxuyaniya li avahiya Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya li bajarê Hesekê hate dayîn. Rêveberên Rêveberiya Trafîkê Eymen Îbrahîm bi zimanê erebî û Eyşe El Elî bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de Roja Trafîkê hat pîrozkirin û spasiya tevahî endamên trafîkê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, pêkanîna qanûnên trafîkê ne vebijêrk e, lê erkekî welatparêzî û exlaqî ye û rêya parastina mirovan û avakirina civakekî ewle ye.
Di daxuyaniyê de bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê, her wiha encamên qezayan hat aşkerakirin.
Li gorî bîlançoyê:
84 hezar û 655 binpêkirinên trafîkê hatin tomarkirin
655 ruxsetên trafîkê hatine kişandin
3 hezar û 585 binpêkirinên ji ber leza zêde hatin tomarkirin
Hezar û 842 motorsîklet binpêkirin kirine
Bîlançoya Qezayan:
Hejmara giştî ya qezayan: Hezar û 421
Hejmara qezayên ku bûne sedema mirinan: 51
Hejmara kesên ji ber qezayan jiyana xwe ji dane: 82
Hejmara kesên ji ber qezayan birîndar bûne: 488
Hejmara qezayên ku bûne sedema birîndarbûnê yên hatine tomarkirin: 673
Hejmara qezayên ku bûne sedema zerarên madî: 702
Perwerdeyên ajokariyê
Hejmara dewreyên perwerdeyê yên vekirî yên fêrkirina ajokariyê: 46
Hejmara kesên ku ji bo ezmûna ajokariyê serlêdan kirine: 6 hezar û 606
Hejmara ruxsetên ajokariyê yên hatine belavkirin: 22 hezar û 234.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê di dawiya daxuyaniyê de bang li ajokaran kir ku li gorî qaûnên tarafîkê kar bikin, beriya ajokariyê erebeyên xwe kontrol bikin, di dema ajotinê de kembera parastinê bi kar bînin û telefonan bi kar neyînin, bêyî wergirtina ruxsetên fermî erebeyan neajon.



