Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser têkoşîn û rola wî ya girîng di arastekirina jinan de û hişyarkirina wan li ser mafên wan, sînevîzyonek pêşkêş kir.
Di çarçoveya kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li tevahî Kurdistanê û cîhanê tên lidarxistin de, bi dirûşmeya ‘Rojek bi jiyana azad re diyalog”, Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star a Helebê sînevîzyonek oraganîze kir.
Însiyatîfê di sînevîzyonê de bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a di hundirê zindana Îmraliyê de, rola wî ya girîng di hişyarkirina jinan li ser mafên wan û alîkariyên wî yên fikrî di şikandina qeydên koletiyê li ser jinan de û dehfdana wan ber bi rizgarî û bihêzkirinê ve.
Di sînevîzyona ku li Komîna Şehîd Bakur a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê û Meclisa Şehîd Cengîz a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hat pêşkêşkirin de, bi dehan endamên meclis, komîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
Her wiha aliyê organîzetor diyar kir ku wê careke din sînevîzyon li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman beşdaran bê pêşandan.
Piştî pêşkêşkirinê, di nava amadebûnan de nîqaşên li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên wê di bin şert û mercên giran de hatin kirin û got ew ê li ser şopa wî ya rizgariyê heta bi gihandina azadiya jinê û civakê dewam bikin.



