Hemwextî vekişîna endamên hêzên desthilata Şamê, hêzên polîsan ên ji xelkê Siwêdayê li gundê Sora Kebîra yê li bakurê Siwêdayê belav bûn.
Piştî ku şêxên aqilmend ên mislimanên muwehdîn ên Durzî û gelek referans û rûspiyên mezhebê parçebûn û qutbûna ji Sûriyeyê red kirin, çek teslîmî desthilata navendî nekirin û hebûna tu hêzên biyanî li herêmê ji bilê xelkê wê qebûl nekirin, hêzên ewlehiya navxweyî û polîsên ji xelkê parêzgehê yekser ketin dewrê.
Beriya çend rojan şêx Hikmet El Hicrî, şêx Yûsif Cerboi, şêx Hemod El Henawî, mîr Hesen El Etreş û Yehya Amir û gelek kesayetên navdar li hev civiyan û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji girîngtirîn xalên encamnameyê ew e ku hêzên ewlehiya navxweyî û zabîteya edliyê ji kadroyên Siwêdayê bin. Rêya di navbera Şam û Siwêdayê de û vegera jiyanê li herêmên dorpêçkirî werin dabînkirin, li tevahî herêman agirbest pêk bê.
Ev ji bo xurtkirian ewlehî û îstîqrarê li Siwêdayê ji gavên girîng e û di çarçoveya hewldanên şêxên herêmê de, ku rê ewle be û jinûve jiyana xwezayî vegere, pêk hatin.



