Li paytexta Fransayê Parîsê, kongreya navbeynê ya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û kongreya damezrandinê ya Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Bakurê Fransayê (FCDK-BF) hat lidarxistin. Di encama kongreyê de Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Fransa (FCDK-BF) hat avakirin.
Di kongreyê de rojnamevan û Nivîskar Ferda Çetîn axivî, bal kişand li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got: “Divê em pêvajoyê baş fêm bikin.”
Di kongreyê de ji Partiya Komunîst a Fransayê Vincent Boulet û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Geneviève Gerigos jî axivîn. Herdu axaftvanan diyar kirin ku çareseriya pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn tenê bi paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.
Piştî axaftinan Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Fransa (FCDK-BF) bi şîara “Rêbertiya Azad re Civaka Demokratîk” îlana xwe ragihand. Hevserokên FCDK-BF’yê Azad Dogan û Fevziye Erdemîrcî hatin hilbijartin.



