Dewriyek artêşa Îsraîlê bi sedan metreyan derbasî gundewarê Quneytirayê bû û dîsa vekişiya.
Li gorî agahiyan duh dewriyeke artêşa Îsraîlê bi sedan metreyan derbasî herêma Rasim El-Helebî ya gundewarê Quneytirayê bû.
Bêyî ku ti pevçûn çêbibin û rêbendên kontrolê werin danîn, dewrî vekişiya.
Girêdayî wê, ev demek e artêşa Îsraîlê gelek caran derbasî başûrê Sûriyê dibe.
Her wiha balafirên wê li esîmanê Quneytira û Derayê jî digerin.
Artêşa Îsraîlê derbasî devera Tilûl El Humir ên di navbera bajarokên Bêt Cin û Heder de bû.
Lê tu agahî der barê pevçûnan de nehatin bidestxistin.



