Sersaxî xwestina ji malbat, hogir û hevalên endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li herêmê dewam dike.
Îro jî li Hesekê konê sersaxiyê hate vedan û soza domandina doza wî ya ji bo aşîtiyê hate dayîn.
Xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê bi girseyî herikîn bin konê sersaxiyê.
Li wir diyar kirin ku Onder jiyana xwe ji bo parastina aştî û jiyana hevbeş veqetand û bû sembola aştiyê.”



