Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 8 kes hatin kuştin.
Navendê ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 8 kes hatine kuştin , li gor SOHR :
Li gundê Zaferanê yê rojavayê Humisê çekdarên nenas kesek li pêşiya mala wî kuşt.
Li herêma Tel a gundewarê Şamê keçeke 15 salî dema bi çeka birayê xwe dilîst bi şaştî gule avêtin .
Di encamê de xwişka wê ya zarok jiyana xwe ji dest da.
Li rojhilatê bajarokê Xan Ernebe yê gundewarê Quneytîrayê şivanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Eşrefiye Sehnaya ya başûrê rojavayê Şamê jî 2 çekdarên xwecih di şerê li dijî hêzên alîgirên desthilata Şamê de hatin kuştin.
Hate zanîn ku li Şamê jî cenazeyê ajokarekî teksiyê yê ji taxa Werd piştî rojekê ku agahî ji qut bibûn, li Nexweşxaneya Miwasat hate dîtin.
Li gundê Xirbe Baslhaya yê bajarê Şêrawa ya Efrînê jî kesek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hat kuştin.
Li herêma Cebîbat a bajarê Ceblê di êrişeke çekdarî ya çekdarên nenas de şêniyek hat kuştin.



