Lêkolîner û dîroknas Dr. Cewad El Beydanî li ser giringiya Banga Rêber Apo û helwest û bêdengiya dewleta Tirk li himber vê bangê, axivî.
Dr. Cewad El Beydanî diyar kir ku doza Kurd dozeke dîrokî ye û got:
“Divê Tirkiye bizane ku çareseriya vê pirsgirêkê mifteya çareseriya pirsgirêk û krîzên li herêmê ye.
Divê Tirkiye bersivê bide banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û dev ji bijardeya leşkerî berde.”
Ji bo pêkanîna demokrasiyê û çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn, Rêber Apo di 27’Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rêya DEM Partiyê ji raya giştî re belav kir.
Banda Rêber Apo weke bangeke dîrokî li tevahî cîhanê hat bi navkirin.
Tevî ku ev 2 meh li ser banga Rêber Apo re derbas bûye li hîn jî dewleta Tirk bê denge û tu gavên ber biçav neavêtiye.
Têkildarî mijarê Lêkolîner û dîroknas Dr. Cewad El Beydanî ji ANHA’yê re axivî.
Cewad El Beydanî diyar kir ku bang Rêber Apo ji aliyê hikûmeta Tirkiyê hat pêşwazkirin.
“Rêber Apo berya çareseriya pirsigrêka Kurd daxwaza çekdaînê nekiriye”
Dr. Cewad El Beydanî ragihand ku Rêber Apo beriya çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza çekdaînê nekiriye weke ku dewleta Tirk îdia dike.
Her wiha Dr. Cewad El Beydanî desnîşan kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwedî hêzeke siyasî û leşkerî ye ku hevsengiya hêzan biguherîne.
Dr. Iraqî Cewad El Beydanî helwest û bêdengiya dewleta Tirk li hember banga Rêber Apo nirxand û got:
“Helwesta Tirkiyê ya paşxistina pêkanîna banga ‘Aştî û Civak Demokratîk’ pirsan derdixe holê.
Bi taybetî ku dîroka dirêj a Tirkiyê nîşan daye ku ew xwe dûrî pêngavên aştiyê dike.
“Bêdengiya Tirkiyê li hember banga aştiyê wê encamên xerab li ser qada siyasî bîne”
Hewldanên Tirkiyê ji bo dûrketinê, wê vê carê bi xwe re encamên xerab li ser qada siyasî bîne.”
Dr. Iraqî Cewad destnîşan kir ku ji bo destwerdanên siyasî û leşkerî li Sûriyê Tirkiyê pirsgirêka meseleya penaberên Sûrî bi kar anî.
Di haman demêde ji bo zêdekirina bandora xwe kesayetên opozîsyona herêmî girtiye.
Dr. Cewad El Beydanî: Divê Tirkiyê bilez bersivê bide banga aştiyê
Dr. Cewad El Beydanî wiha dawî li gotinên xwe anî:
“Pirsgirêka Kurd di qada siyasî ya herêmê de pirsgirêkeke dîrokî ye.
Divê Tirkiye bizane ku çareseriya vê pirsgirêkê mifteya çareseriya pirsgirêk û krîzên li herêmê ye.
Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistanê bi hemû şêweyê siyaseta Tirkiyê dizanin û ji bo guhertinên siyasî yên niha amade ne.
Lewma ji Tirkiyê tê xwestin ku bersivê bide banga aştiyê û dev ji bijardeya leşkerî berde.”



