Desthilata Şamê efserên rejîma berê yên girtî veguhastin girtîgehên bajarê Efrîna dagirkirî.
Di heman demê de desthilata Şamê aqûbeta zêdetirî 8 hezar girtiyên li girtîgehên Hema, Edra û Harimê vedişêre.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir :
Desthilata Şamê di neaşkerkirina aqûbeta dosyaya zêdetirî 8 hezar girtiyan dewam dike.
Ew girtî jî ji nêzî 146 rojan ve ragirtî ne.
SOHR’ê behsa efserên rejîma berê yên ku li gel desthilata Şamê ragirtî ne kir û got:
Bêyî ku tu daxuyaniyên fermî ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve werin derxistin, Desthilatê ev Efser veguhastin bajarê Efrîna dagirkirî.
Hîna jî çarenûsa efserên ragirtî jî hîn nediyar e.



