Şevê din Hindistanê bi fuzeyan êrişî Pakistanê kir. Gelek deverên girêdayî herêma Keşmîrê hatin bombebarankirin.
Pakistanê ragihand di êrişên Hindistanê de 8 sivîl hatine kuştin û ragihand ku ew ê bersiva êrişê bidin.
Hindistanê şevê din êrişeke berfireh bire ser Pakistanê û herêma Keşmîrê ya di bin rêveberiya Pakîstanê de.
Derbarê êrişê de Hikumeta Hindistanê daxuyanî da û ragihand wan li dijî Pakistanê û herêmên Cammu û Keşmîrê yên di bin dagirkeriya Pakistanê de li dijî deverên ku çalakiyên terorê li dijî Hindistanê lê tên plankirin operasyona “Sindoor” dane destpêkirin.
Daxuyaniyê de hate gotin, “Operasyona bi pîvan û armanca wê ne şer bû. Ti baregeheke leşkerî ya li Pakistanê nehate hedef girtin.”
Hikumeta Hindistanê ragihand ku wan li 9 deveran xistine û êrişê 25 deqeyan dewam kiriye.
Artêşa Pakistanê jî eşkere kir ku bi fuzeyan li 3 deveran hatiye xistin.
Li gorî artêşê deverên ku bûne hedefa êrişan, Muzaferabad, Kotlî û Bahavalpûr yên li herêma Keşmîrê ne.
Pakistan: Di êrişa Hindistanê de 8 sivîl hatin kuştin
Wezîrê Karên derve yê Pakistanê Mihemed Ishaq Dar û berdevkê leşkerî Ehmed Şerîf eşkere kirin ku di êrişên Hindistanê de 8 sivîl mirine û 35 jî birîndar bûne.
Serowezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî derbarê êrişê de daxuyanî da ragihand ew ê bersiva êrişê bidin.
Her wiha Şerîf eşkere kir ku wan herî kêm 2 balafirên şer û balafireke bê mirov ya Hindistanê xistine xwarê.
Lê Hindistanê jî ragihand ku 3 balafirên wan yên şer ji ber sedemên ne diyar hatine xistin.
Vê sibê jî Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Wikram Misrî di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku têkiliya êrişa 22’ê Nîsanê ku 26 tûrîst hatin kuştin bi Pakistanê re heye.
Her wiha Misrî ragihand Îstixbarata Hindistanê deverên terorê yên li Pakistanê dişopîne û ji îro pê de jî wê êrişên nû bên kirin.
Hindistanê ji ber kuştina 26 tûristan Pakîstan sûcdar dikir
Aloziya di navbera her du welatan de herî dawî 22’ê Nîsanê li Keşmîrê bi kuştina 26 tûrîstan zêde bibû. Êrişa 22’yê Nîsanê weke êrişa herî bi xwînî ya 20 salên dawiyê hate nirxandin.
Hindistanê ji ber vê buyerê Pakîstan sûcdar dikir.
Lê Pakistanê ve tawanbarî red kir û diyar kir Hindistan dixwaze êrişa li Keşmîrê weke hêncet bikarbîne.
Bi deh salane hem Hindistan û hem jî Pakistan li ser Keşmîrê doza heq dikin û aloziya wan dewam dike.
Her du welatan heta niha li ser Keşmîrê du caran şer kirine.



