Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişeke asmanî de li başûrê Lubnanê serkirdeyekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin.
Têkildarî mijarê artêşa Îsraîlê li ser Telegramê peyamek weşand û got:
“Fermandarê yekîneya piştgiriya lojîstîkê a Yekîneya Bedir a Hizbullahê Ednan Mihemed Sadiq Harb ku li bakurê herêma çemê Lîtanî ya Lubnanê kar dike, kuşt. ”
Her wiah artêşa Îsraîlê diyar kir ku Harb berpirsê dabînkirina çekan ji yekîneyên Hizbullah û jinûveavakirina binesaziya leşkerî ya komê li başûrê çemê Lîtanî bû.
Çalakiyên wî wek “binpêkirineke eşkere ya lihevhatinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de” bi nav kir.



