Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan ezmûneke zindî ye.
Çavdêrê siyasî Huseyîn Alayî diyar kir ku li Rojhilata Navîn Kurd karaketerekî sereke ye.
Gelê Kurd hewildana avakirina yekîtiya netewî ya Kurdan bi keyfxweşî pîroz kir û daxwaz kir ku li ser asta her çar aliyên Kurdistanê jî konferanseke yekrêziyê ya netewî ya Kurdan bê lidarxistin.
Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Huseyîn Alayî axivî û got:
Di rastiyê de divê em bizanibin ku em wek gelê Kurd raste ji aliyê erdnîgarî ve parçe parçe bûne.
Lê ji aliyê dîrok, ziman, netewe û kesayetiya xwe ve em yekin.
Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar û hesas re derbas dibe û Kurd jî di nav van bûyer, guherînan de ye karakterekî serekiye.
Lewra cihê keyfxweşiyê ye ku niha gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê pirsgirêk û doza xwe ber bi pêş ve biriye.
Huseyîn Alayî: Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan ezmûneke zindî ye
Alayî di derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê de jî got:
Rojavayê Kurdistanê ezmûneke girîng ava kiriye ku ya hemû pêkhate, gel û baweriyan be.
Rojavayê Kurdistanê karîne hemû hêz û dîtinên cuda di çarçoveya konferanseke netewî de rêk bixin û tê de biryar bidin ku hemû bi hev re herin bi aliyên din re daxwaz û armancên xwe gotûbêj bikin.



