Agirbesta 3 rojan a ji aliyê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve hatibû ragihandin, îro kete meriyetê.
Lê Kîevê ev agirbest red kir û weke hîleyekê bi nav kir.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA’yê ragihand ku “Agirbest bi boneya salvegera 80’emîn a Serkeftina Mezin dest pê kir.”
Lê Kîevê ev agirbest red kir û wek hîleyeke medyayî ya Kremlînê bi nav kir.
Her wiha xwest agirbesteke 30 rojan ragihîne.
Çend saet beriya ragihandina agirbestê di navbera her du aliyan de êrişên hewayî yên li hemberî hev çêbûn.
Li gorî agahiyan di encama şer de li Ukraynayê bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û balafirgehên Rûsyayê hatin girtin.
Kremlînê jî got, ku hêzên Rûsyayê dê rêzê li agirbestê bigirin, lê ger Ukrayna êriş bike dê bersivê bidin.



