Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Baver Mizrak diyar kir ku ‘Mafê Hêviyê’ nabe bibe mijara bazariyê û got:
“Ji bo Birêz Ocalan karibe pêvajoyê bi çêkerî bi rê ve bibe, divê karibe bi rengekî azad bixebite.”
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga ‘aştî û Civaka Demokratîk’ ragihand.
Ev du meh li ser vê bangê derbas bûye lê hîn jî tu bersiv ji aliyê Tirkiyê nehatiye.
Hîn ji mijara ‘Mafê Hêviyê’ de jî gavek nehatiye avêtin û hîn jî tecrîd li ser Rêber Apo berdewan dike.
Têkildarî mijarê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Baver Mizrak ji ANF’ê re axivî.
Parêzer Baver Mizrak destnîşan kir ku Komeleya Baroyan û rêxistinên civaka sivîl bi salan e daxwaza “mafê hêviyê” dikin.
Parêzer Baver Mizrak diyar kir ku berê li gorî qanûna Tirkiyê, cezayek ji zîndana heta hetayê, ku 30 sal e, an jî cezayê îdamê girantir tune bû û got:
Piştî darizandina Birêz Ocalan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li hemberî cezayê darvekirinê biryara de
Piştre li gorî qanûnên Ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re cezayê darvekirinê hat rakirin û li şûna wê cezayê girtîgehê yê heta hetayê hate birîn.
Parêzerên Birêz Ocalan vê biryarê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îtiraz kirin.
DMME’yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta mirinê û rejîma wê ya înfazê êşkence ye.”
Her wiha Parêzer Mizrak ragihand ku di sala 2024’an de DMME’yê bang li Tirkiyê kir ku ‘Mafê Hêviyê’ di hiqûqa xwe ya navxweyî de sererastkirinê bike û got:
“Heta Îlona 2025’an dem ji Tirkiyê re hate dayin.
Bi daxuyaniya Devlet Bahçelî re ev mijar careke din hate nîqaşkirin.
Em dikarin vê bibêjin; dûrî ji pêvajoyekê divê ev maf di çarçoveya mafên bingehÎn û azadiyê de bê nirxandin.
Hiqûqa mirovî ku bingeha mafên mirovan û gerdûnî ye vê yekê ferz dike.
Parêzer Baver Mizrak: Divê birêz Ocelan bi rengekî azad bixebite
Lê belê 100 sal in ji ber pirsgirêka Kurd hiqûqa mirovî weke bazariyekê tê bikaranîn.
Bi pêvajoya diyalogê ya çend mehên dawî re em dibînin ku ev mijar careke din veguheriye mijareke bazariyê.
Dewlet ji bo pêvajo li gorî wê bimeşe û rêxistin çekê dîne, vê yekê weke mijareke bazarî û gefxwarinê bi kar tîne.
Parêzer Baver Mizrak wiha dawî li gotinên xwe anî:
“Dema ku mirov bala xwe didin ser tecrûbeyên cîhanê û pratîkên heyî yên li Tirkiyê.
Tê dîtin ku ji bo Birêz Ocalan karibe pêvajoyê bi çêkerî bimeşîne divê karibe bi rengekî azad bixebite.”



