Serokên Fransa, Almanya, Brîtanya û Polonya ji bo piştgiriyê serdana Kîevê kirin.
Serokan bang li Rûsya kir ku ji bo 30 rojan agirbestê ragihîne.
AFP’ê ragihand ku serokê Fransa Emmanuel Macron, şêwirmendê Almanya Friedrich Merz, û serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer li gel serokwezîrê Polonya Donald Tusk, roja şemiyê gihaştin Kîevê da ku piştgiriyê bidin Ukraynayê.
Berî serdanê, serokan daxuyaniyeke hevbeş weşandin.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li Rûsya kirin û gotin:
Serokan bang li Rûsiya kirin ku ji bo 30 rojan agirbest
“Ji bo rê li ber dan û standinên aştiyê vebe divê Rûsiya agirbesteke bê şert û merc 30 rojan ragihîne.
Em amade ne ku di zûtirîn demê de piştgiriya dan û standinên aştiyê bikin.
Mekanîzma pêkanîna agirbestê gotûbêj bikin û rêkeftina aştiyê ya berfireh amade bikin.”
Jixwe ev serdan piştî ku serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn di merasîma leşkerî ya li Moskovê de gef li Ukrayna xwaribûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ku ev yekem seredana hevbeş a serokên her çar welatan bo Ukrayna ye.



