Wezîrê Derve yê Fransayê: Divê radîkalên Fransî yên li Sûriyê, li herêmeke sûc lê kirine, werin darizandin

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ragihand ku divê radîkalên li cem Kurdên Sûrî di zûtirîn dem de li cihê sûc lê kirine, werin darizandin.

Jean-Yves Lauderian yê ku vegera wan ji bo Fransayê dûr dibîne, destnîşan kir ku, tevî nebûna aramiyê wê rewşê tevlîhev bike jî, lê belê divê ew li derveke nêzîkê cihê ku sûc lê kirine werin dadgehkirin.

Di axaftina xwe ya li pêşiya Komîteya Derve ya Komeleya Niştîmanî diyar kir ku, bi rawestandina derbasbûna alîkariyê di herdû dergehên Iraqê re, wê rewşa li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne rihetiyeke zêde çêke û dibe kampên Roj û Holê bibin bombeyeke ne teqandî.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa ev yek spart biryara Konseya Ewlekariyê da zanîn ku, Fransa 50 Milyon Euro ji bo alîkariyê veqetandibû.

Leave a Reply

Back to top button