Koşka Spî: Trump û Erdogan, rewşa Lîbya gotûbêj kir

Serokê Amerîkayê Trump rûdanên dawî yên Lîbyayê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Erdogan re nîqaş kir.

Koşka Spî û serokatiya Tirkiyê ragihand ku Erdogan û Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîn û rewşa Lîbya û lûtkeya Berlînê ya der barê wê de nîqaş kirin.

Koşka spî bi daxuyaniyekê diyar kir ku herdu serokan behsa rewşa Sûrî, xwepêşandanên Îranê û xistina balafira Ukraynayê jî kirin.

2 Çileyê perlemana Tirkiyê şandina leşkerên xwe ji bo Lîbyayê erê kir, wê çaxê Trump bi rêya telefonê Erdogan hişyar kiribû ku ew ê bi destwerdana xwe rewşê aloztir bike.

Rojnameya The Guardian jî ragihand ku 2 hezar çekdarên Sûriyeyî di ser Tirkiyê re bo Lîbyayê hatine şandin.

Leave a Reply

Back to top button