IHD: Di nava salekê de li 61 kesan sîxûrtî hatiye ferzkirin

Komeleya Mafên Mirovan rapora bûyerên zext, revandin û ferzkirina sîxûrtî ya sala 2019’an a li tirkiye û bakurê kurdistanê eşkere kir.

Komeleyê diyar kir ku di nava salekê de li 61 kesan sîxûrtî hate ferzkirin.

Komeleyê diyarkirin ku ji ber gefên sîxurtiyê li ciwanan tê xwarin di nava salekê de 61 kesan serî li navendên wan dane.

Komeleyê dazanîn ku ev serdan ji Stenbolê heta Amedê li dehan bajarên ku navenda wan lê hene pêk hatiye.

Komeleya Mafên Mirovan di dewama rapora xwe de jî ev tişt anî ziman:

13 kes hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin.

61 kes jî, li cihên cuda sîxûrtî li ser wan hatine ferzkirinn û gef li wan hatine xwarin.

5 kes jî dema girtîbûne, dozger an jî rayedarên ewlekariyê çûne gel wan û sixûrtî ferzî wan kirine.

Komeleyê daxwaz ji kesên bi gefên bi vî awayî re rû bi rû dimênin serî li navendên wan bidin.

Leave a Reply

Back to top button