Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş, li meclîsê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê.
Di serdanê de pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk avakirina komîsyona meclisê hate gotubêjkirin.
Nûman Kurtulmuş ji aliyê Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û Serokwekîlên Komê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.
Tulay Hatimogullari: Me li ser rola meclisê û avakirina komîsyonê niqaş kir
Destpêkê Tulay Hatimogullari axivî, qala pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û wiha axivî,
“Buyer û pêşketinên piştî vê pêvajoyê berpirsyariyeke mezin daye ser milê meclisê.
Ji bo dema pêşiya me ji bo çareseriya vê pirsgirêkê û avakirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û demokratîkbûnê, di vê mijarê de erk û berpirsyariya ku dikeve ser parlementoyê me berfirehî niqaş kir.”
Tulay diyar kir komîsyona ku Dewlet Bahçelî pêşniyaza avakirina wê kiriye jî hatiye niqaşkirin.
Nûman Kûrtûlmûş: Mijar di rojeva meclisê de ye, komîsyon wê rojên pêş ava bibe
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş jî diyar kir wan hevdîtineke berhemdar kiriye û wiha got,
“Ji bo li Tirkiyê yekîtî û xwişk-biratî û demokratîkbûn pêk were, me rola meclisê gotubêj kir.
Piştî banga li Îmraliyê û daxuyaniya rêxistinê êdî mijar ketiye rojeva meclisê. Ji bo ev pêvajo di zûtirîn demê de bi encam bibe û li Tirkiyê demeke nû dest pê bike, divê partiyên siyasî bi roleke çêker rabin. Divê em vê fersenda dîrokî baş bikarbînin.
Komîsyona ku wê di rojên pêş de li meclisê bê avakirin wê bi rengekî berhemdar bixebite.”



