Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê ku dikeve (5 Hezîran) çalakiyek li darxist.
Desteyê got ku jîngeha me bi pirsgirêkên mezin ji guherîna avhewayê û çolbûnê re rû bi rû ye, lewra gerek her kes wê biparêze.
Desteya Jîngehê bi dirûşmeya “Jîngeha me bangî me dike, em bangê bi cih bînin” çalakiyek li Reqayê bi rêve bir.
li wir, bal kişandin ser pêngavên civakî yên bi armanca parastina paqijiya giştî û gotin:
Parastina jîngehê erkek e dikeve ser milê me her kesî û gerek em lê xwedî derkevin.”



