Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji bo bi dawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê civîna sê alî ya Rûsya, Ûkrayna û Tirkiyê pêk hat.
Civîn li Qesra Çiraxan di bin rêveberiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de hate lidarxistin, û Serokê MÎT’ê û Fermandarê Giştî yê artêşê jî amade bûn.
Ji şandeya Rûsyayê re şêwirmendê Serok-dewlet Vîlademîr Pûtîn, û ji ya Ûkraynayê re jî Wezîrê Parastinê seroktî kir.
Hakan Fîdan diyar kir ji bo pratîkbûna bîryarên civîna yekemîn ya di 16’ê Gulanê de aliyan gavên girîng avêtin û 1000 dîl girtî bi hev guhertin.
Her wiha da zanîn her du aliyan jî têkildarî agirbestê û gavên din jî helwesta xwe diyarkirin. Wezîrê Tirk anî ziman ji bo hevdîtina serokdewletan jî ew ê amadekariyan bikin û got, “Ya rast ew e ku aştiyeke mayînde pêk were.”
Serok-dewletê Ûkraynayê Volodemîr Zelensky jî têkildarî hevdîtinê got, “Şandeyan bi navbeynkariya Tirkiyê belge bi hev guhertin. Ji bo berdana esîrên şer em amadekariyan dikin.”



