“Feza” di devoka herêmî ya erebî de tê wateya alîkariyê.
Çanda feza li Dêrazorê yek ji nimûneyên herî girîng ên xebata civakî ya hevbeş e.
Xelkê herêmê di şîn û şahiyan, demsalên çandin û çinînê û dema çêkirina xaniyan de alîkariya hev dikin.
Xalid El Ibêd ku xelkê bajarê Hecînê ye dibêje:
“Em alîkariyê dikin ji ber ku em vê yekê weke erkekî xwe dibînin.
Feza kevneşopeke resen e ku em jê hez dikin.
Ew ne tenê xebateke alîkariyê ya demkurt e, ev sembola hevgirtinê di navbera malbat, xizm û cîranan de ye. ”
Anas Abduletîf jî anî ziman ku wan ev yek ji bav û kalên xwe wergirtiye û got:
“Em dixwazin zarokên me jî li ser vî rêbazî mezin bibin.
Eger em vê çandê berdin tê wateya ku me koka xwe berdaye.
Ez hêvî dikim ku çanda fezayê di nava civakên me de zindî bimîne.”



