Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 23 kes hatin kuştin.
Sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres ji bo kuştina sivîlên filistînî daxwaza lêpirsînê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), di êrişa duh a hêzên Îsraîlê ya li ser deverên nêzî navenda Amerîkî ya belavkirina alîkariyan a li rojavayê bajarê Refehê, herî kêm 23 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Antonio Guterres ji ber kuştina sivîlên filistînî dema ku alîkariyên mirovî distand, pir xemgin e û daxwaza “lêpirsîneke berfireh” li ser bûyerê kir.



