Rojane em dibhîzin ku buyerên darvekirinê li Îranê çêdibin.
Ne tenê Kurd li wê derê têne darvekirin, her wiha Efgan, Belûc û Ereb jî têne darvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi raporekê ragihand ku li Îranê di meha Gulanê de herî kêm 152 kes hatine darvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) rapora xwe ya meha Gulanê weşand.
Di raporê de hate diyarkirin ku 5 jê Efgan, 19 Belûc, 9 Kurd û 2 jê Ereb herî kêm 152 kes hatine darvekirin.
Di raporê de hişyarî hat dayîn ku li hemberî çalakiyên şermezarkirinê yên gengaz, dibe ku darvekirin zêde dibe.
Di raporê de tê diyarkirin ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2025’an de herî kêm 511 kes hatine darvekirin ku 16 jê jin û 32 jî Afgan in.
Hat ragihandin ku bi tenê 28 ji darvekirinan ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine ragihandin.
Li gorî raporê hejmara darvekirinan di pênc mehên destpêkê yên sala 2025’an de ji sedî 96 zêdeyî 261 înfazên di heman serdema sala 2024’an de ne.
Dîrektorê ÎHRNGO’yê Mahmût Amîry-Moghaddam got:
“Yên tên darvekirin bi awayekî adîl nayên darizandin û gelek caran ji beşên civakê yên herî qels in.
Tevî ku li Îranê hejmara zêde ya darvekirina jî, civaka navneteweyî bi têrkerî nerazîbûn nîşanî vê krîza mafên mirovan neda.
Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî re didomînin,
ji bo bilindkirina hesabpirsîna darvekirinan ji bo rayedarên Îranê daxwaz dikin.
Eger bertek neyên nîşandan em ê di mehên pêş de bibin şahidê sedan înfazên din.”
Di raporê de der barê 152 kesên hatine darvekirin de ev agahî cih girtin:
Bi tenê 15 darvekirin ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatin ragihandin.
74 kes bi sûcê kuştinê cezayê ‘qisas’ li wan hate birîn.
4 kes ji ber sûcên ewlekariyê (serhildana çekdarî), fasad-fil-arz (gendeliya li ser rûyê erdê), moharebeh (dijminatiya li Xwedê) hatin darvekirin.
Yek ji wan bi tawana sîxûriyê bo Îsraîlê hat tawanbarkirin û 3 jî bi diziya çekdarî hatin tawanbarkirin.
6 kes bi tawana destdirêjiyê hatin mehkûm kirin. 4 jin hatin darvekirin.



