Şandeyeke PYD’ê li hola parlamentoya Mexribê bi gelek parlamenteran re civiyan.
Di civînê de, her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa Sûriyê û pirsgirêka Kurdî parve kirin.
PYD li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek parve kir:
Şandeya PYD’ê, li Parlamentoya Mexribê, bi beşdariya serokê Bloka Yekitiya Sosyalîst Ebdurehîm Şehîd,
Serokê Komîteya Edl û Qanûnsaz Seîd Beezîz ên di parlamentoyê de hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, serokê şandeyê PYD’ê Silêman Ereb li ser pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê axivî.
Her wiha her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa siyasî ya li Mexribê parve kirin û got:
Rewşa li Mexribê, ji aliyê pirneteweyî ve, heta astekê dişibe ya Sûriyeyê.
Her du aliyan girîngî da pêşxistina têkiliyên di navbera Mîrnîşana Mexribê û Rojava de.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî 2011’an guhertinên siyasî li Mexribê çêbûn.
Destûr hat guhertin, zimanê Amazîxî li kêlek zimanê Erebî wekî zimanê fermî hat erêkirin.



