Hûsiyan ragihand ku wan bi moşekeke balîstîk Balafirgeha Ben Gurion a paytexa Îsraîlê Til Evîvê hedef girtine.
Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku wan moşek bê bandor kiriye.
Koma Hûsî ya Yemenê duh êvarê ragihand ku wan bi moşeka balîstîk a “Zulfîqar” operasyoneke leşkerî li dijî Balafirgeha Ben Gurion a Tel Avîv a Îsraîlê pêk aniye.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî bi dîmenekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiriye, got eriş gihiştiye armancên xwe.
Her wiha destnîşan kir ku bi milyonan Îsraîlî xwe li stargehan girtin û trafîka hewayî ya balafirgehê hate rawestandin.
Berdevkê Hûsiyan destnîşan kir, wan ew êrîş wek bersiveke li hemberî sûcên Îsraîlê yên li Xezayê û binpêkirinên li dijî Mizgefta Eqsayê pêk aniye.
Berdevk işaret bi wê yekê kir ku heya şer dewam bike dê êrişên wan jî bidomin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê moşekek ji Yemenê hatibû avêtin, bê bandor kiriye.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku seferên hewayî yên li balafirgehê demkî hatine rawestandin.



