Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê kurdî meşeke girseyî hat lidarxistin.
Beşdarên meşê banga nasîna zimanê kurdî kirin û gotin zimanê Kurdî ji bo hemû mirovahiyê nirxek e.
Meş li naçeya Bazîdê bi pêşengiya rêxistinên zimanê kurdî hat birêve birin.
partiyên siyasî tevger û rêxstinên jinan beşdarî meşêbûn, meş li gel gora Ehmedî xwanî veguherî mitîngê.
Beşdaran li wir daxuyaniyek dan û daxwazên xwe wiha anîn ziman:
Divê zimanê Kurdî bigihêje statuya zimanê fermî û pêkanîna perwedeya û fêrkirina bi zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê.
Qedexeya li ser navên kurdî werin rakirin û ziman, erdnîgarî, çanda Kurdan di destûra bingehîn de bê naskirin.
di dawiya daxuyanê de beşdaran girîngiya zimanê kurdî bibîrxistin û gotin:
“Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hemû mirovahiyê.
Lewma divê gelê me malên xwe vegoherînin dibistanên zimanê kurdî”



