Wezareta Derve ya Sûriyê diyar kir ku ew berpirsiyariya avêtina roketan nagirin ser xwe û topbaranên Îsraîlê şermezar kir
Li aliyê din Wezareta Derve ya Sûriyê diyar kir ku ew berpirsiyariya avêtina roketan nagirin ser xwe û topbaranên Îsraîlê şermezar kir.
Wezaretê diyar kir ku “serweriya Sûriyê bi awayekî bêrûmet hatiye binpêkirin” û got Îsraîl bi vê gavê rageşiya li herêmê zêde dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Sûriye qet ji bo tu kesî li herêmê nebûye gef û dê qet nebe.
Gelek alî hene ku hewl didin herêmê bêîstîqrar bikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin”.



